Helbestên Hafizê Şîrazî (n. u t r/ x · Muhemmed Hafiz bû û dorî t r û s u t x li bajarê...

96
1

Transcript of Helbestên Hafizê Şîrazî (n. u t r/ x · Muhemmed Hafiz bû û dorî t r û s u t x li bajarê...

  • 1

  • 2

    Helbestên Hafizê Şîrazî (n. 1320/26 – 1389/90) tijî hestên kûr yên evînî ne. Ev evîn dikare

    hem wek evîna navbera du mirovan û hem jî wek evîna navbera helbestvan û Yezdan yan

    helbestvan û gerdûnê bêt hesibandin.

    Gelek şarezayên Rojavayî dinivîsin ku Hafiz li Rojhilata Navîn ji Shakepeare li Rojava zêdetir

    tê xwendin û hezkirin. Gelek şareza, hem yên Rojhilat û hem jî yên Rojava, Hafizî wek

    mezintirîn helbestvanê hemî deman dihesibînin.

    Jiyana Hafizî jî mîna helbestên wî bi gelek raz û nehîniyan nixamtî ye. Sedema herî giring ew e

    ku pirr kêm bûyerên kitekit li ser jiyana wî tên zanîn. Navê wî yê resen Şemseddîn

    Muhemmed Hafiz bû û dorî 1320 û 1326 li bajarê Şîrazê, li Îrana niha hatiye dinyayê. Hê ew

    biçûk, babê wî wefat kir.

    Diyar e ku Hafiz zewicîbû û kurrek jê re peyda bûbû. Pirraniya lêkoleran, lê ne hemû, bawer

    dikin ku ew sofî bû. Baweriya wî çi be jî, ew carekê ji alî serekên dînî ve ji Şîrazê hat derkirin ji

    ber ku helbestên wî wek bandorek xirab li civakê dikin dihatin hesibandin.

    Ti çapên diyarkirî ji dîwana Hafizî nînin: di hin dîwanên "temam" de tenê nêzî 500 helbestan

    hene lê helbestên hinan jî digihin nêzî 1000î. Belkî pirraniya helbestên wî ne "resen" jî bin

    anku ne wî bi xwe nivîsîbin lê derengtir lê hatibin zêdekirin. Lê dîsan bandora Hafizî li ser

    wêjeyê û nivîskarên mezin bêpayan e. Hejmarek mezin ji navên gir yên wêjeya cîhanê – mîna

    Goethe, Emerson, Edward Carpenter û Gide – hemî deyndarên Hafizî ne. Bi taybetî Goethe

    heyranî Hafizî bû û bi salan mijûlî xwendin û vekolîna berhemên wî bû.

    Ev helbest berî niha wek pirtûk di nav Weşanên Nûdemê de li Stembolê hatine çapkirin.

    Helbestên spehî yên Hafizî hejî zimanê şirîn yê kurdî ne.

    ***

  • 3

    SPÊDE LI NAV GULISTANÊ

    Spêdê li nav gulistanê gerrîm,

    min li gulan nerî

    û min xemên dilê xwe,

    bilbilê kovandar, verevandin.

    Rû bi rû

    li rûyê sorgulê nerîm.

    Li nav xumamiya spêdeyê

    sorgulê mîna çirayan ronî dida.

    Ji bedewî û ciwaniya xwe

    wa jihalçûyî bû

    ku qet guh nedida

    derdên dilê bilbilî.

    Çavên nêrgiza narîn

    bi rondikên evînê vebûn.

    Çavnebariyê

    alale dilgiran kir.

    Sosinê şûrê xwe hilkêşa

    û bo şerrî hat meydanê.

    Binefşê devê xwe vekir

    bo fitne û fesadê.

    Hin ji wan mîna mestan

    dihejîn,

    hinan jî mîna meyperestan

    qedeh digêrran.

    Vê ji gulan fêr bibe, Hafiz:

  • 4

    bi xweşiyên xortanî û jiyanê

    şa bibe.

    Yê peyamber tenê berpirsî peyambirinê ye.

  • 5

    GER YARA MIN BÎ

    Ger dijmin

    bi dû min ve bin jî,

    qet natirsim

    ger yara min bî.

    Hêviya gihiştina cem te

    min sax dihêle.

    Dema ne nêzî te bim,

    her kêlîkê

    ji mirinê ditirsim.

    Ger bi her hilm û henaseyê

    pê nehesim ku ba bêna pirça te tîne,

    mîna sorgulan

    ez ê xwe veçirrim.

    Ma çavên min dê bikevin ser hev

    dema li te dinerim? Qet na!

    Ma dil dê bêyî te bikare?

    Qet na!

    Birînekê li dilê min ke,

    dê melhem be bo birînên min.

    Jehrê bide min,

    dê derman be bo dilê min.

    Ma xelk dê çawan

    te wek te bi xwe bibîne?

    Nê her kes tenê

    dikare hêjayiyên mîna yên xwe bibîne.

  • 6

    Xelk dibêje ku

    Hafiz mezinek serdema xwe ye

    lê ew serê xwe

    li ber toza derazînka te ditewîne.

  • 7

    ŞÎRAZA ŞÎRÎN

    Şîraz!

    Şîraza şirîn!

    Yezdan,

    Şîrazê her bisitirîne!

    Royê Roknabad

    sedcarî silav bikin!

    Ava wî ya zelal

    jiyana herherî dide.

    Li cem Ce'ferabad

    û Mosella

    bêna emberê

    ji bayê bakur tê.

    Bayê rojhilat, ka bêje:

    te çi peyama taze

    ji qîza qereç

    ya mestker heye?

    Ger ew zeriya şirîn

    xwîna dilê min birijîne,

    bila mîna şîrê dayikê

    lê helal be.

    Ji bo Xwedê,

    min ji xewê şiyar neke:

    bi wê şerbeta şirîn re me.

    Hafiz,

    madem ji dûrbûnê ditirsî,

  • 8

    pa çima dema pê re bûyî

    ne şikirdar bûyî?

  • 9

    NEPIRSE

    Derdê evînê dikişînim.

    Çend?

    Nepirse!

    Min tam kiriye jehra xerîbiyê.

    Çi qas?

    Nepirse!

    Li dinyayê gerrîme,

    min yara xwe dîtiye.

    Kî ye?

    Nepirse!

    Li ber deriyê wê

    rondikên min dibarin.

    Çi heyamek e?

    Nepirse!

    Şeva borî

    min peyv ji lêvên wê bîstin.

    Çi bûn?

    Nepirse!

    Çima lêvên xwe digezînî,

    devê xwe li min xwehr dikî?

    Min lêvên yara xwe ramûsandine.

    Kengî?

    Nepirse!

    Bêyî te

    di perîşaniya xwe de

  • 10

    tûşî êş û janan bûme.

    Yên çend giran?

    Nepirse!

    Mîna Hafizî

    ketime ser rêya evînê

    û gihiştime...

    Kû?

    Nepirse!

  • 11

    LI BER AWAZÊN SAZÊ

    Çima ji dizîkî ve vexwarin û zewq?

    Çima avakirin bêyî bingeh?

    Me xwe da gel rendiyan*.

    Çi dibe bila bibe.

    Girêkên dilî veke,

    çerxa rojê ji bîr ke:

    ti alim û zana nikarin

    vê razê hel kin.

    Bi rêzgirî dest biavêje qedehê:

    ji kuloxê Cemşîdî

    yan ji yê Behmenî

    yan jî ji yê Qubadî hatiye çêkirin.

    Ma kî dizane

    ka Kewîs û Key?

    Ma kê bîstiye

    ka bayî textê Cemşîdî

    kûve biriye?

    Ferhad hê jî

    bêriya maça Şirînê dike.

    Alaleyên sor

    ji rondikan çêdibin.

    Were,

    were,

    belkî em kêlîkekê

    mest bibin,

  • 12

    xezîneyê

    ji nav xaniyê xopan bibînin.

    Belkî alale

    bêbextiya felekê binase:

    ji çêbûna xwe ve

    wê mey di dest e.

    Bayê hên yê Mosella

    royê Roknabad

    rê nadin min

    ji vir veqetim.

    Tenê li ber awazên sazê,

    mîna Hafizî, dest biavêje meyê

    çiku bextiyariya dilî

    bi têlên hevrîşmî yên sazê ve girêdayî ye.

    * Di helbestên Hafizî de rendî ew kes in yên giringiyê didin hezkirina Xwedê, ne nivêj û rojiyan

    – çapa kurdî.

  • 13

    BI BÎR BÎNIN

    Rojên borî

    yên bi dilberan re

    bînin bîra xwe!

    Bînin bîra xwe wan deman

    bînin bîra xwe!

    Dilbera min

    min naîne bîra xwe

    rojê hezar carî

    wê bi bîr diînim

    bi bîr bînin!

    Devê min tijî

    jehra tal ya xeman e.

    Dengê şahîkerên dilşad

    bi bîr bînin!

    Êdî

    dilsoz nemane.

    Dilberên dilsoz

    bi bîr bînin!

    Di bin nîran ve

    êş û janan dikişînim.

    Coşa dadperweran

    bi bîr bînin!

    Sed çemên boş

    ji çavên min diherrikin

    lê Royê Zenderûdê û baxçevanan

  • 14

    bi bîr bînin!

    Bila raza Hafizî

    zêdetir neyê vegotin.

    Wey,

    dezgirtiyên razê

    bi bîr bînin!

  • 15

    DILBER HAT PERISTGEHÊ

    Dilbera min

    hat peristgeha mecocan,

    piyale di destî de,

    mestbûyî

    û mest kirin hemî

    bi çavên xwe yên nêrgizî.

    Li simên hespê wê

    nalên mîna heyva nû,

    li ber bejna wê ya bilind

    spîndar kurtik bûn.

    Dema rabû,

    çiraya dilê hevalan

    temirî.

    Dema rûnişt,

    kel ket

    awirên evîndar.

    Gulav

    bêna xwe ji pirça wê werdigire,

    heş birûyan

    li dû birûyên wê direngîne.

    Vegerre!

    Jiyana Hafizî ya çûyî

    dê bi te re vegerriya.

    Lê tîrê ji kevanê vejenî

    êdî qet venagerre.

  • 16

    YAQÛTAN JI LÊVAN VEXWE

    Tenê mey hebe

    ji lêvên dilberê

    her tişt bi dilê min e,

    spas bo Xwedê.

    Şeva borî min pê re

    demek xweş borand.

    Xwedê ti car

    evîndaran ji hev veneqetîne!

    Siûda min ya kembax,

    vê baş bişidîne!

    Vê qedeha zêrrîn nîç ke,

    yaqûtan ji lêvan vexwe.

    Yar,

    çawan bikarim ravekim

    ka jiyana dûrî te çawan e?

    Çav ji rondikan,

    dil ji derdan dagirtî ye.

    Bila kafir jî nekevin

    ber wan kul û kovanan

    yên spîndar ji ber bejna te,

    heyv ji ber birûyên te dikêşin.

    Pîrên bêhiş,

    alimên xirriyayî

    fesada me û

  • 17

    vexwarina me dikin.

    Lê em li xwe poşman bûne

    û ji rêya abidan varê bûne

    û me ji Yezdan hêvî kiriye ku

    xêrên me bixefirîne.

    Tama lêvên te

    bîra serê Hafizî vala kiriye.

    Nemaye xwendina ilman,

    ne nivêjên berspêdeyan.

    Paşayên sertac

    koleyên çavên te yên mest in.

    Yên ji tînan dimirin jî

    ji te mest bûne.

    Bayê hên tu kuştî,

    ava çavan ez.

    Ger ne wa ba

    me dê raza evînê

    bi xwe re bihêla.

    Dema dimeşî,

    di bin birûyên xwe re binere:

    çendî nearam in hemû,

    li rastê, li çepê.

    Para me Biheşt e!

    Herre ser rêya xwe, Xwedê-naso:

    ma yên gunehkar

    ne hejî rehmê ne?

  • 18

    Ne tenê ez stiranên evînî

    bi wê rûgulê dibêjim:

    li her hêlê

    bilbil

    heman sirûdan distirin.

    Dest biavêje destê min, gerrokê bextiyar,

    alî min bike:

    ez peya me,

    xelk siwar.

    Bila Hafiz ti car

    ji benên pirça te venebe

    çiku bi sond yên berdayî

    beniyên Te ne.

  • 19

    MELAYKET LI BER DERIYÊ MEYXANEYÊ

    Şeva borî melayketan

    deriyê meyxaneyê qutî.

    Wan herriya Ademî têk veda

    qedehek jê çêkir.

    Ez li wir, li rex rê rûniştim.

    Nişteciyên pak û parastî

    yên koçkên Yezdanî

    meya bihêz bi min re vexwar.

    Esmanî barê giran

    yê erkan hilnegirt.

    Navê min ê şeyda

    bi lêhatkî hat bijartin.

    Spas bo Xwedê,

    navbera me dîsan aştî ye!

    Horî ji keyfan dest bi reqsê dikin,

    qedeh di destan de!

    Bibexşîne hemî dînan,

    her heftêûdu terîqetan:

    yê rastiyê nabîne

    çîrrokan vedihûne.

    Agir ne ew e

    yê şemal pê dikeve

    lê ew e yê pelatînkê

    û hemiyê dişewitîne.

  • 20

    Ti kes mîna Hafizî

    perdeyê ji ser ramanan ranake

    daku pirça peyvan

    bi pênûsê şe ke.

  • 21

    BINÊRIN, EVÎNÊ ÇI KIR

    Te dît dîsan,

    dilo,

    evînê çi kir?

    Te dît wê mestkerê

    dîsan çi anî serê

    dildarê dilsoz?

    Yara bêrehm

    çavên min kirin çem.

    Binere, felekê,

    zalimê,

    dîsan çi kiriye!

    Spêdeyê

    birqê warê Leylayê geş kir,

    binerin, birûsê çawan

    dexl û danê

    Mecnûnê melûl şewitand!

    Meygêrr,

    meyê bîne!

    Ma kî dizane

    ka Nîgarkêşa Razan

    li pişt perdeya me çi dike!

    Ti kes nizane

    ka pênûsê çi xelek

    li birca şîn ya esmanî

    ya tijî xet û xîç nivîsî.

  • 22

    Evînê

    agir berda dilê Hafizî,

    bi derdan sot.

    De werin binerin

    dilberê çi

    li dildarê xwe kiriye!

  • 23

    DÊMÊ BÊ DILSOZÎ

    Bayê rojhilat, bêje xezala delal:

    Ji ber te

    dilê min

    bi çol û çiya ketiye.

    Dema bi dilbera xwe re rûdinî

    meyê tê dikî,

    dildarê dêrîn bi bîr bîne

    yê ku mey digêrrand.

    Belkî serbilindiya ji spehîtiyê

    nahêle, gulê,

    ji ti kesî

    rewşa bilbilê şeyda bipirsî.

    Tenê bedewî dikare

    hişê mirovê aqil bigire:

    teyrê şatir nakeve

    xefik û davên sade.

    Bedena bedew, çavên reş,

    rû mîna heyva çardeyî -

    çima evîna dilsoz

    rengê xwe nade min?

    Tek kêmasiya spehîtiya te

    ev e:

    dêmê te yê delal

    dilsozî nîne.

  • 24

    Ne ecêb e ger li esmanan

    peyvên Hafizî bên bîstin

    û li ber stirana Nahîdeyê

    Mesîh rabe reqsê.

  • 25

    XULAMÊ MÎRÊ MEYÊ

    Sofî,

    were,

    rûyê şûşeyê neynikek zelal e.

    Were li meya mîna yaqûtan zelal

    binere.

    Davên xwe rake:

    sîmir nakeve tepka ti kesî.

    Li vir tenê ba

    dibe para dilê xav.

    Jiyanê niha bijî:

    dema heyama zewqan borî

    Ademî jî xatir

    ji baxçeyên Biheştê xwest.

    Dilo,

    qencî çû

    te gulên jiyanê

    neçinînin.

    Dixwazî bizanî

    ka çi li pişt perdeyê ye?

    Ji rendiyên mest bipirse.

    Yên alim

    yên qedirbilind

    ti jê nizanin.

    Li şahiyên jiyanê

    du, sê şûşeyên şeravê vala ke

  • 26

    û herre.

    Anku:

    bila man

    hema ne armanc be jî.

    Hafiz berdestiyê badeyê ye.

    Herre, bayê rojhilat, peyamê bigihîne

    mîrê meyê:

    Hafiz xulamê wî ye.

  • 27

    TALIYÊ DÊ BIGIHÎ MIRADA XWE

    Rabe, meygêrr,

    meyê bike şûşeyê!

    Axê bi ser

    xemê werke.

    Civata hişmendan

    dê me lome ke

    lê em guh nadin

    şan û şerefê.

    Meyê bîne!

    Ta kengî

    ev bayê bêhûde?

    Baştir e

    nexşa nîvûnor mayî

    bi meyê bêt şûştin.

    Axîna agirîn

    ya dilê min î derdgiran

    xeyalgêrrên xav

    şewitandin.

    Ti kes

    di hemî dinyayê de ti kes

    nîne

    derdê dilê min binase.

    Dilê min dilşad e

    tenê li gel dilbera min

    ya aramî bir

  • 28

    ji dilê min.

    Yê bejna

    nerm û narîn dîtibe,

    êdî berê xwe nade terraşan.

    Bisebr be, Hafiz,

    li ber derdên şev û rojan.

    Taliyê, rojekê

    dê bigihî mirada xwe.

  • 29

    DILÊ MIN BIRÎNDAREK XEDAR E

    Bawo,

    ger biçî devera dilbera min,

    piçek bêna pirça wê

    bo min ê reben bîne.

    Bayê pîroz,

    ger peyamekê jê bînî,

    ez ê wek spasî

    canê xwe bidim.

    Ger negihî cem wê,

    hema hin tozê

    ji derazînka deriyê wê

    bo çavên min bîne.

    Ma min ê parsekî perîşan

    çi hêvî heye wê bibînim?

    Tişt nabe! Belkî hema

    wê di xewna xwe de bibînim.

    Dilê min

    birîndarek xedar e

    ji ber bêrîkirina

    bejnûbala yarê.

    Yara min

    qurûşekî jî bi min nade,

    ez

    davek pirça wê jî

    bi hemî dinyayê nadim.

  • 30

    Ger dilê Hafizî

    ji kul û kovanan azad ba,

    dê paşî çi biba?

    Nê karê wî helbestvanî ye,

    bedewbêjî ye,

    xizmeta yara wî ye.

  • 31

    PEYAMEK JI DILBERÊ

    Peyamê bigihînin

    peyayên siltanî

    bila dia bikin:

    Ji bo xatirê paşatiya xwe

    yê parsek

    ji koçka xwe neavêje.

    Ji ber parêzvanê şeytanî

    xwe dispêrim xwedaya xwe.

    Belkî bi awirên xwe yên agirîn

    wî ji min dûr ke.

    Birûyên te yên reş

    divên xwîna min birijînin.

    Li xwehriya birûyên xwe bipûnije,

    ne min lome ke, yar.

    Dema gepên te geş dibin,

    dilê hemiyan dişewîtî.

    Ma çi mifayî digihîne te

    tirranekirina bi me?

    Hemî şevê şiyar im

    bendewar im

    ku bayê spêdeyê

    bi peyamekê ji dilberê

    dildarî hemêz bike.

  • 32

    GER WÊ ZERIYA ŞÎRAZÎ

    Ger wê zeriya şîrazî

    bersiva evîna min bida,

    min ê

    Semerqend û Bihara

    bi bedewiya wê bida.

    Saqî!

    Çipên mayî jî tê ke!

    Li Biheştê jî ti der

    ne mîna deravên Roknabad

    û mêrgên Mosella ye.

    Ax!

    Qereçên şirîne bêşerm

    bajarî tevlihev dikin

    sebrê dişelînin

    mîna ku tirk

    li sifreyê dikin.

    Delaliya dilberê

    ne hewceyî

    evîna me ye:

    ma rûyê spehî

    rengên me bo çi ne?

    Stiranan bibêje

    meyê darêje!

    Bêwec li çareya

    razan negerre!

  • 33

    Bedewiya her roj gurrtir,

    spehîtiya Ûsivî

    em fêr kirine

    ku evînê wa kir

    ku Zuleyxa ji pişt perdeya

    maqûliyê derkeve.

    Te xirab got.

    Dilê min ketê,

    Xwedê li te negire.

    Te baş kir:

    bersivek tal

    ji lêvên hingvînî.

    Şîreta min bibîze,

    yar.

    Xortên bextiyar

    ji jiyana xwe pirrtir

    ji gotinên pîremêrê hişmend hez dikin.

    Te helbestek vehûnand,

    morî bi ristikê ve kirin.

    Were û bistire,

    Hafiz.

    Esman

    moriyan

    bi helbestên te werdike.

  • 34

    RONDIKÊN HAFIZÎ DIL XENIQAND DERYAYÊ

    Li berspêdeyê teyrikê mêrgê

    bangî sorgula nîv-vebûyî kir:

    "Xwe bi bedewiya xwe mezin neke;

    li nav vê gulistanê

    gulên temetî te spehî mişe ne!"

    Sorgul pê kenî: "Herçi em in

    em guh nadin rastiyê!

    Ti dildar

    bi peyvên req dilbera xwe na-axêve."

    Yê axa meyxaneyê

    bi rûyê xwe nemalîbe,

    wî ti car bên nekiriye

    bêna evînê.

    Ger bixwazî tam bikî vê qedehê

    - derlêvên wê yên yaqûtî yên bi rêzemoriyan nexşandî -

    divê tu morî û yaqûtan

    ji çavên xwe birijînî.

    Min ji gulistanê pirsî:

    "Ey Kursiya Cemşîdî,

    ka sorgula te,

    qedeha te ya dinyabîn?"

    Gulistanê got: "Ax û ox,

    bextiyariya min betilî û bar kir!"

    Herçi peyvên evînê ne

    zû xwe nadin ser lêvan.

  • 35

    Meygêrr, meyê tê ke!

    Bila dawî li suhbetê bêt!

    Rondikên Hafizî

    dil û aqil xeniqandin deryayê.

    Lê ma çi jê tê?

    Nikare şewata evînê veşêre.

  • 36

    HEYAMA SORGULAN

    Niha

    li nav mêrgê

    sorgul ji nebûnê hat hebûnê.

    Binefşê serê xwe tewand

    ber piyên sorgulê.

    Li ber dengê çeng û deholê

    qedeha spêdeyê binoşe,

    li ber awazên saz û bilûrê

    rûyê meygêrrê ramûse.

    Li heyama sorgulan

    bêyî meyê,

    çengê, zeriyê

    rûnene:

    rojên sorgulan jî

    mîna yên mirovan jimartî ne.

    Koma gulên bênxweş

    erdê dikin esmanê stêrîn,

    bi stêrên bextewer,

    stêrên nîşandar.

    Li gulistanê

    zerdeştiyê vejîne;

    manê alaleyê jî

    agirê Nemrûdî geş kiriye.

    Vexwe meya yarê raber kirî,

    yara gepgeş

  • 37

    ya hilm mîna ya Îsayî hên.

    Basa 'Ad û Semûdan neke.

    Li heyama sorgul û sosinan

    dinya bûye Biheşt.

    Ma çi keyf jê heye

    ger em bi ebedî nikarin lê bimînin?

    Sorgul

    mîna Silêmanî

    di nav ewran re siwar e.

    Spêdeyê teyr tên

    stiranên Dawidî dibêjin.

    Qedeha spêdeyê bigire destê xwe.

    Vexwe

    bo şerefa mîrê serdema me

    Emadeddîn Mehmûd!

  • 38

    GAZIYEK LI SORGULÊ

    Ji ser spîndarek bilind

    bilbilî gazî kir

    sorgulê:

    "Bila çavê xirab

    dûr be ji sorgulê!

    Şabaniya spehîtiyê yî;

    ji hindê spasdar be,

    tinaziyên xwe

    bi bilbilê şeydayê evînê neke!"

    Ji dûriya te

    ne bigazin im:

    bêyî jihevdûriyê

    dê şirîniya hevdîtinê neba.

    Abid bi xewn û xeyalên

    keleh û horiyên Biheştê dijîn.

    Meyxane keleha min e,

    dilbera min horiya min e.

    Meya xwe li ber awazên çengê firr ke,

    bêwec xeman nexwe.

    Ger kesek ji te re bêje: "Venexwe!"

    Tu bêje: "Yezdan dilovan e!"

    Xelk bi bextiyarî xweşiyê

    bi zewq û şahiyên jiyanê dikin;

    kaniya xweşiya min

    derdê ji ber dilberê ye.

  • 39

    Hafiz,

    çima ji derdan dinalî?

    Hez bi hesretê zêde dibe,

    ronahî ji tarîtiyê dertê.

  • 40

    GUNEH DÊ BÊN XEFIRANDIN

    Duh-êvarê dengek

    ji kuncikek meyxanê hat:

    "Guneh dê bên xefirandin.

    Meyê vexwin!"

    Dilovaniya Yezdanî

    qêrr e li kar e.

    Cibraîl peyama mizgîniyê

    digihîne me.

    Dilovaniya Yezdanî

    ji gunehan mezintir e

    - ev razek bû min got.

    His be!

    Hişê xwe yê xav bibe meyxanê

    bila bigihe.

    Meya sor

    xwîna leşê min dikelîne.

    Bi şiyana xwe

    ti kes nagihiyê.

    Lê, dilo, dîsan jî

    texsîriyê neke.

    Pirça yarê

    gerdenîka min e,

    serûçavên min

    di nav toza meyxanê re mane.

  • 41

    Jiyana bi zewqê zoq

    ne gunehek giran e

    li ber rehma hemîgir

    ya Yezdanê Dilovan.

    * xefirandin: guneh efû kirin, lê borîn, bexşandin

  • 42

    TÎRÊJA SPEHÎTIYA TE

    Li destpêka Afirandinê

    tîrêja spehîtiya te

    bi Yezdan re

    diyar bû.

    Evîn xwiya bû,

    agir berda hemî dinyayê.

    Rûyê te

    diyar bû.

    Firişteyan dît

    lê nikarî bievînin,

    ji hesûdî şewitîn,

    agir berda ademîzadan.

    Aqilî viya

    çiraya xwe

    ji vî agirî hilke.

    Birqa çavnebariyê

    vejenî,

    dinya ji geh hejand.

    Yê bi-nav-evîndar

    viya razan bibîne.

    Destê Nediyar

    yê bêpar veder kir.

    Hinan

    zara xwe avêt

    tirarê jiyana bextewer

    min

  • 43

    dilê xwe yê derdgiran

    avêt ava xeman.

    Canê min

    viya bikeve

    kûrgeha kenê te,

    xwe berda

    nav pirça te.

    Hafizî wê rojê

    keyfnameya evîna te

    nivîsî dema

    xîçek di ser

    xweşiyên dilî re kişand.

  • 44

    LI GULISTANA GEPÊN YARÊ

    Roja meyê

    ji qeraxa qedehê hiltê,

    li gulistana gepên yara min,

    alale dipişkive kulîlkan.

    Ba

    sinbilên pirçê diwerîne

    ser sorgulan,

    ji mêrg û çîmenê

    bêna gulan hildifûre.

    Bêyî loman,

    hezaran xeman,

    ji sêniya esmanan

    pariyek jî nakeve devan.

    Sed pirtûk jî

    têra salixdana

    kul û derdê

    jihevveqetînê nakin.

    Ger sebrdar bî,

    mîna Nûhî

    li ber lehiyan,

    xem dê verevin,

    xewna hezar salan dê bibe rastî.

    Bi hêz û hinêra xwe

    kes nagihe miradan;

    bêkêrî ye bawer bikî

  • 45

    ku bêyî felekê bibe.

    Ger ba bêna te

    di ser gorra Hafizî re biborîne,

    axa leşê wî

    dê bibe sed sirûd û stiran.

  • 46

    BABETEK JI SINCNAMEYÊ

    Ez ê ji te re

    babetekê ji sincnameyê bixwînim.

    De guh bidê!

    Ji dera basa

    dan û dilsoziyê tê kirin:

    Mîna kanê be

    û bi zêrrî xelat ke wî

    yê cerg û hinavên te

    bi zilm û zorê hildikole.

    Ne kêmtir be

    ji dara siyê dide:

    xelk beran diavêjiyê,

    ew fêkiyê xwe dide wan.

    Ji qalika mîdyeyê

    reftara nermiyê fêr bibe:

    moriya xwe bide wî

    yê gerdena te bibirre.

  • 47

    BÊ DERDAN DINYA BÊZEWQ E

    Sorgul vebûye,

    bilbil mest bûye.

    Gaziyek tê: "Werin Bextiyariyê!"

    Guh bidinê, gelî sofiyan!

    Bingehê poşmaniyê

    mîna çiya qayim dixwiya.

    Li vê hêbetiyê binerin:

    kevir bi şûşeyê şkest!

    Meyê bînin!

    Li Koçka Jixwetêriyê

    kes guh nadiyê

    ka serbaz bûyî yan siltan,

    zelal ya serxweş.

    Li vî xanî

    du derî hene.

    Her kes divê carekê jê derkeve.

    Ma ferq çi ye

    ger ban bilind be

    yan dîwar nizm?

    Bêyî kul û derdan

    jiyan bêzewq e;

    nê li Destpêkê

    me ji belayan re

    got: belê.*

    Serê xwe

  • 48

    bi man û nemanê neêşîne

    çiku kamiltirîn heyber jî

    dê her nemîne.

    Neleze û nexirre;

    tîrê lezgîn

    demekê difirre

    taliyê dikeve.

    * Binere: Qur'an 7:172. Li gor vê ayeta Qur’anê, berî ku Xwedê mirovan biafirîne ji giyana wan

    pirsiye: “Ma Ez ne Xwedayê we me?” Wa gotiye: “Belê.” Di vê helbesta xwe de Hafiz bi gotina

    “belê” û ya “bela” dilîze – çapa kurdî.

  • 49

    BI MIN KENÎ

    Bejn mîna spîndaran,

    rû heyva çardeyî,

    neynik di destî de,

    dêm delal pişkivî.

    Min desmal dirêjî wê kir.

    Kenî:

    Te divê nêzî min bibî?

    Ax gidî, ca aşopa te

    çendî şûm û şiloq e!

  • 50

    YA YEZDANÎ KIRÎ QEDEHÊ

    Pirç qijavij,

    enî ji xuhê birqok,

    rûbiken, mest

    sîngvekirî

    helbest li ser lêvan, mey di destî de

    rikeber bi çavên xwe yên nêrgizî,

    livok bi lêvên gilîdar,

    şeva borî, nîveka şevê

    ew hat derazînka min rûne

    xwe daçemand ber guhê min

    bi xemgînî pirsî:

    Ma tu nivistî yî,

    ey dildarê dewr û deman?

    Dema ev piyaleya spêdeyê

    raberî yekî fehma bêt kirin,

    ew dê evînê li xwe heram ke

    ger nebe bendiyê vê badeyê.

    Herrin ser rêya xwe, abidno,

    lomeyan nekin li me

    yên şûşeya şerabê

    nîç dikin!

    Li Roja Afirandinê

    ji bilî vê, ti diyarî nebû para me:

    Ya Yezdanî kirî qedehê

    em vedixwin,

  • 51

    ca badeya Biheştê be

    yan meya mestan!

    Badeya ji ber kenî dişilqe

    pirça diçeme xelekiyê

    - çendî car, ax Hafiz,

    poşmaniya jidil

    ji bîr çûye!

  • 52

    HÊ TU DI BIŞKOJA XWE DE

    Ti kesî rûyê te nedîtiye

    tevî ku bi hezaran kes

    bi awirên xwe li te digerrin.

    Tu hê di bişkoja xwe de yî

    lê hê niha hezar bilbil

    dildarên te ne.

    Ne ti ecêb e

    ku hatime kolana te:

    li vê deverê

    hezar xerîb din jî hene.

    Herçend e ku ji te dûr im jî

    - Xwedê ti kesî ji te dûr nexe -

    hêvîdar im bikarim

    nêzî te bibim.

    Evîn ferqê naxe

    navbera sofîxanê

    û meyxanê.

    Rûyê dilberê

    herderê

    bi tîrêjên xwe ron dike.

  • 53

    RÊYA BÊDAWÎ

    Rêça evînê

    bêdawî ye,

    tek derman

    destberdana ji canî ye.

    Tek

    xweşî

    xweavêtina

    nav agirê evînê ye.

    Rêya rendiyan

    rêbazek baş e.

    Rêya berev xezînê ye

    lê her kes pê nahese.

    Nekoşe me bitirsînî,

    basa bendên hiş û bîran neke.

    Li şûna hindê, badê bîne;

    ti karê wî zêrevanê han

    li vê deverê nîne.

    Girî û giliyên Hafizî

    kênc û bandorê li te nakin.

    Mat mame:

    Dil î

    lê ji kevirî ne nermtir î.

  • 54

    BERSPÊDE

    Berspêde ye,

    ewrî perda xwe da ber tavê.

    Werin, heval,

    werin badeya berspêdeyê!

    Xunavê

    rûyê alaleyê şûşt.

    Bîne, yar,

    badeyê bîne!

    Bayê Biheştê

    mêrg hemêz kiriye.

    De tim

    badeya pak vexwin!

    Sorgul rabûye

    ser textê zimrûtî.

    Meya yaqûtî ya reng-agir

    vexwe!

    Deriyê meyxaneyê

    hê girtî ye.

    De ka veke,

    ey Vekerê Deriyan!

  • 55

    SORGUL Û BILBIL

    Li berspêdeyê

    çûm gulistanê gulan biçinim.

    Dengê bilbilî hat guhê min.

    Goyînî nexweşê evînê bû,

    ji sorgulê hez dikir

    û stirana xwe

    berdida nav mêrgê.

    Hêdîka dimeşîm

    li ber sîbera daran,

    di dilê xwe de

    li çîrroka bilbilî û sorgulê dipûnijîm.

    Sorgulê stirî bi xwe ve çêkirin

    lê bilbilî dîsan jî jê hez dikir.

    Yek xwe naguherrîne,

    yê dî dilê xwe.

    Stirana şirîn ya bilbilî

    dilê min şewitand.

    Min êdî

    hew xwe ragirt.

    Hê jî gulistan

    tijî gul e.

    Kes nikare wan bê jan biçine.

    Hafiz,

    hêviya bextiyariyê ji vir neke.

  • 56

    Ev der tijî kêmasî ye,

    bêyî ti hêjayî ye.

  • 57

    TU DIZANÎ

    Ey bayê bextiyar yê berspêdeyê!

    Peyama min bibe

    nê tu dizanî

    di wê kolanê re herre

    hingê

    nê tu dizanî.

    Tu peyamberê min yên nehînî yî

    li meşa te dinerim

    tika ji te dikim

    ne fermanan didim

    nê tu dizanî.

    Bêje

    ku ruh di min nemaye

    ji bo Xwedê

    destê yaqûtî yê saxker

    bide min

    nê tu dizanî.

    Min peyama xwe wa nivîsî

    ku xelk tê negihe

    dilovan be

    peyama min dirist bixwîne

    nê tu dizanî.

    Tîrên awirên te

    û ez

    av û yê ji tîna dimire

    te ez kirime zindanî

  • 58

    min bikuje

    nê tu dizanî.

    Ma çawan hêviyên xwe

    bi kemera te ya zêrrîn ve girê dim

    nê navtenga te

    nehînî ye

    nê tu dizanî.

    Di vê mijarê de

    ferq nake ger bi tirkî yan bi farisî bipeyivî.

    Basa evînê

    Hafiz

    bi zelalî

    bi zarê xwe bike

    nê tu dizanî.

  • 59

    SORGUL LI BER MILÎ

    Sorgul li ber milî,

    piyale di destî de,

    dilber li ber dilî;

    îro paşayê dinyayê jî

    li ber min parsek e.

    Na, ti çirayan

    neînin vir:

    îşev bi min re gepên yarê

    mîna heyva çardeyî geş in.

    Dînê min rê dide meyê

    lê bêyî te,

    yara bejngul,

    mey li min heram e.

    Na, ti gulavê

    neînin vir!

    Bênek pirr xweş

    ji pirça te hildifûre.

    Guhên min

    tenê newayên neyê,

    awazên sazê dibîzin.

    Çavên min

    tenê lêvên te yên sor,

    gerrîna meyê li nav civatê dibînin.

    Basa şekirê,

    şirîniyê nekin;

  • 60

    min tenê divê tam bikim

    hingivê lêvên te.

  • 61

    TENÊ PIÇEK AXA SER RÊYA TE

    Bêna pirça te ya xelek

    min mest dihêle.

    Ji ber çavên te yên efsûnî, dirrinde

    serxweş bûme.

    Pirr dirêj min li ber xwe daye.

    Xwedêyo,

    ka kîj şevê ez ê bikarim

    çiraya çavên xwe

    li çaviya çavên xwe hilkim?

    Ji reşika çavên xwe hez dikim

    tenê ji ber ku

    dişibe

    esmeriya te ya hindî.

    Ger dixwazî dinya

    bi ebedî

    bedew pişkivî be,

    fermanê bide bayê rojava

    bila hema kêlîkekê

    perdeyê ji ser rûyê te rake.

    Ger bixwazî ruxbariya

    dinyayê nemîne,

    pirça xwe bihejîne:

    ji serikê her davê

    dê hezar can jê dawerin axê.

    Em herdu gerrokên reben,

  • 62

    ez û bayê rojava:

    ez mest bûme ji çavên te,

    bayê rojava ji bêna pirça te.

    Armanca Hafizî bilind e:

    ji hemî dinyayê

    û axretê

    ew dixwaze tenê

    hin axa rêya te biçe çavên wî!

  • 63

    ME SONDA EVÎNÊ XWAR

    Bihêle em bi rêya xwe

    bimeşin meyxaneyê.

    Em bêriya qurtekê dikin;

    divê em rêya meyxaneyê bibînin.

    Li Roja Yekem

    me sonda evîn û azadiyê xwar*

    ku tek şertê wê ew e ku

    em ê berê xwe

    tenê bidin meyxaneyê.

    Gelo dê kengî mirada me

    bi lêvên wê yên yaqûtî vexwin?

    Ta hingê

    xwîn dê her me

    sor bike.

    Sofî di reqsên xwe de

    hoste ne,

    hunera me

    fêlbazî ye.

    Wazvano,

    hew xerîban!

    Em berê xwe

    ji toza kolana yarê

    nadin xwe bi Biheştê jî!

    Bo cihê textê Cemşîdî

    lê mîna xweliyê hinda bû nav bayî,

  • 64

    ne hişmendî ye xeman bixwî.

    Baştir e meyê vexwî.

    Rêya birca bilind ya bihevrebûnê

    bi destê ti kesî nakeve.

    Hafiz,

    bi toza berderiyan razî be.

    * Binere: Qur'an 7:172. Di vê ayeta Qur’anê de mirov sond dixwin ku Xwedê Xwedayê wan e û

    ew ji hebûna wî agadar in. Hafiz dinivîse ku tek şertê peymanê ew e ku divê mirov meyê

    vexwin. Ji Hafiz re mey hem meya vexwarinê ye û hem jî evîna yezdanî ye. Meyxane jî hem

    meyxane ye û hem jî hizûra Yezdan e. Ca ev mey bi wateya rastî yan jî ya mecazî be,

    xwendevan dikare biryara xwe bide – çapa kurdî.

  • 65

    BI MIN RE RÛNENE

    Ger carekê dakevî

    rewşa min

    û bikevî torrê,

    tu jî dê pirrî car

    qedehê şkandî,

    meyê avêtî paldayî bî.

    Ez

    mest im

    reben im

    kavil im

    rendî me

    Bi min re rûnene,

    dê navê te jî xirab bibe.

  • 66

    MEŞA RÊVINGAN

    Min lome neke

    ger dildarî dêmên delal bim.

    Dilê derdgiran

    nedirrîne.

    Nê tu sofî yî

    û meşa rêvingan dizanî:

    nekamiya rendiyan

    neke.

  • 67

    MÎNA KEVIREKÎ DI ROBAREK ZELAL DE

    Dema cil û bergan

    ji bedena xwe bike,

    ew heyva hingivîn

    ya di bedewiyê de

    bêhevber,

    ew wa nerm û nazik e

    ku dê dilê wê

    di sîngî re bibînî:

    mîna kevirekî

    di robarek zelal de.

  • 68

    XWEŞ E MESTBÛYÎ PAL DÎ

    Niha dema xortaniyê ye,

    baştirîn dem bo noşîna meyê!

    Ya herî baş ew e ku

    yê xemgîn mest bibe!

    Hemî dinya,

    ji rojhilatê ta rojava,

    çolistanek rût e,

    kavil û wêran e.

    Di nav toza kavilan de

    xweş e mestbûyî pal dî.

  • 69

    QEDEHA ZILMÊ

    Pêşî qedeha evînê

    raberî min kir.

    Piştî min ew vexwar

    qedeha zilmê

    bi min da vexwarin.

    Çav çemê rondikan,

    dil argûna agirî

    toz im li ber piyên wê.

    Avêtim ber bayî.

  • 70

    ÎŞEV

    Îşev

    ez ê di nav xwîna xwe de razim

    ji ber te.

    Îşev

    ez ê ji nav nivîna saxlemiyê dakevim.

    Ma bawer nakî?

    Xewna xwe bi rê ke

    dê bi çavên xwe bibînî

    ka çawan bêyî te

    radizim.

  • 71

    ŞEPREPA BASKÊN BALINDEYÊN ŞAHIYÊ

    Şeprepa baskên balindeyên şahiyê

    dibîzim,

    axînên mêrgên hişmendiyê

    dibîzim.

    Yan jî gelo peyv in

    ji lêvên wê.

    Çawan be jî,

    ya dibîzim

    serpêhatiyek seyr e.

  • 72

    JIYANEK NÛ

    Raberî min ke

    meya kevnare

    ya ji mêj ve meyandî.

    Min divê dest bi

    jiyanek nû kim.

    Min binoşîne mestiyê,

    bêhay ke ji dewra dinyayê

    da ji te re raza jiyanê bêjim

    camêro.

  • 73

    BIHEŞT EV E

    Meygêrr,

    piyaleyê dagire;

    mazovanê şahiyê

    hêviyan bi cih tîne,

    nehîniyan diniximîne.

    Biheşt ev e,

    hemî berdest e.

    Zewqê ji jiyanê, ji hevalan wergire:

    Nê li nav baxçeyên Biheştê

    Yezdan xêr û gunehan nanivîse.

    Dost dilpak in,

    heval jêhatî ne,

    mêrên li rêza pêşîn navdar in,

    yên mayî jî tev hêja ne.

    Saz awaza dostaniyê lê dide,

    li nav civatê cih bo semayê heye,

    delaliya dilberê

    dan e bo dilî,

    pirça meygêrrê

    dav e.

    Ji vê xweştir dem nîne,

    meygêrrê, fermo rûne!

    Ji vî xweştir cih nabînî,

    Hafiz! Hê piayeleyek din jî.

  • 74

    ZANIST Û HIŞMENDÎ

    Kursî û dersxane

    lêkolînên zanistî

    stûn û sivande –

    ma dê kêrî çi bên

    bêyî dilek vekirî?

    Mala qaziyê xwenda yê Yezdê

    kaniya ilmî ye

    - nabêjim na -

    lê bêwec e ji wir

    li hişmendiyê bigerrî.

  • 75

    SIHRA HELAL

    Bedewiya van peyvan

    ne hewceyî ravekirinê ye.

    Nê ne hewceyî rêberiyê yî

    daku tîrêjên rojê bibînî.

    Pesn bo helbestvanî

    yê dirûvên spehî

    dide ramanên yekane.

    Hiş nikare ramanên wa bedew

    peyda bike.

    Ta sirişt bi xwe jî

    yên beraberî van nade.

    Helbest mucîze ye,

    sihra helal e.

    Gelo dengekî ji valahiyê

    got van peyvan: hebin!

    yan Cibraîlî ew anîn?

    Ti kes dî nikare

    bi vî awayî

    razan vebêje,

    ti kes dî newêre

    bi vî şêweyî

    moriyan bi ristikê ve ke.

  • 76

    RAZA HEBÛNÊ

    Li berspêdeyê

    hê ji meyê mest

    min piyaleyek din jî

    li ber awazên çengê vexwar,

    min qedehek

    da hişê xwe

    bi rê kir

    bajarê hebûnê.

    Meyfiroşa spehî

    li çavên min nerî

    û ez

    parastî bûm ji bextê felekê

    min bawer dikir.

    Meyrêj

    birû mîna kevanan

    ya min heqkirî anî rûyê min:

    "Ey hedefa tîrên lomeyan,

    hindî ku

    xwe navoka her tiştî bibînî,

    nikarî

    mîna kemerê

    xwe li navtenga min bialînî.

    Davên xwe bo firrindeyên dî vede:

    Enqeya çîrrokan

    hêlîna xwe bilind ava dike."

    Qedehekê raberî min ke.

  • 77

    Bila belema badeyê min bigihîne beravê

    ji vê deryayê ya çav kinara wê ya dî

    qetre nake.*

    Ew heval e

    stiranbêj e

    meygêrr e.

    Ax û av

    tenê leylan in li ser rê.

    Hemî hebûna me,

    Hafiz

    raz e.

    Çare

    Li derî efsane û efsûnan e.

    * Qetre nake: ji ber ku pirr e, dûr nabîne.

  • 78

    DEMA DIRÛNÊ

    Bûstanê şên yê esmanan

    şaloka tûj ya heyvê:

    dema dirûna dexlê min

    hat bîra min.

    Siûda min,

    min got,

    hê razayî yî

    tevî ku roj rabûye jî!

    Û felekê bersiv da:

    Tevî vê tevê jî

    ji ya duhî bêhêvî nebe!

    Baweriya xwe bi stêra şevê neîne:

    wê gerrokê

    tac ji Kewîsî dizî,

    kemer ji Keyxesrewî.

    Şeva çûna xwe

    mîna Mesîhî bimeşe esmanan

    daku ronahiya fenera te

    xwe bigihîne rojê jî.

    Bêje esmanan

    bila pesna meziniya xwe nedin:

    di evîn de

    hemî berhemê heyvê

    bi zor bi bihayê libek danî be.

    Terkedinyayî û qaşotî

  • 79

    dînî bi agirî dişewitînin.

    Hafiz,

    digdaşê xwe biavêje

    û herre!

  • 80

    ÇERXA ESMANAN RANAWESTE

    Êdî spêde ye!

    Saqî hêy,

    qedehê dagihre!

    Çerxa esmanan ranaweste,

    tu bileze!

    Hê dinyaya derewîn

    bi temamî neruxî,

    tu me biruxîne,

    bi meya gulan mest ke!

    Roja meyê

    ji qeraxa qedehê hilhat.

    Ger bixwazî zewqê ji jiyanê wergirî,

    êdî nenive!

    Rojekê

    felek dê qedehan

    ji axa me çêke.

    Hay ji xwe hebe, serê xwe bi meyê dagire

    hê felekê qedeha ji serê te hatî çêkirin

    bi meyê danegirtî.

    Ma em dîndar in?

    Poşman bibin, pûç bipeyivin?

    Na lo:

    ji me re

    bi zimanê xwe yê meyê bipeyive.

    Hafiz, rast û dirist e

  • 81

    meyê biperêsî.

    Rabe, dest biavêje karê dirist,

    bibiryar be.

  • 82

    BI MEYA EBEDÎ DAGIRTÎ

    Dema yara min

    dest biavêje qedehê,

    bazara pûtan

    dê îflas bike.

    Digirîm

    û xwe diavêjim ber piyan.

    Kengî

    dê destê bigire?

    Mîna masiyan

    min xwe noqandiye deryayê

    daku yara min

    min bi şokê hilkişîne bejayiyê.

    Bextiyar ew e yê mîna Hafizî

    bikare xwe bigihîne

    qedeha bi meya ebedî dagirtî.

  • 83

    TENÊ LI TE DIGERIM

    Ew wiha me:

    kuncika meyxaneyê

    perestgeha min e,

    nehwira pîremecocî

    nivêja min e.

    Awaza zû ya sazê

    ne karê min e

    lêma çi ye:

    awaza min ya zû

    bo min lêborînê tika dike.

    Ti karê min

    bi paşayan yan parsekan re

    nîne.

    Mala Xwedê ava!

    Bênirxtirîn gerrokê ber deriyê te

    paşayê min e.

    Ji mizgeftê, ji meyxaneyê

    tenê li te digerrim.

    Min ti tişt dî nevê,

    Xwedê şahid e.

    Ji gava li ber deriyê

    bi cih bûme ve

    cihê min ji text û taca rojê

    berz û bilindtir e.

    Ta mirin şûrê xwe veneweşîne min,

  • 84

    kûnê xwe ji vir ranakim.

    Rê û rêbaza min ne ew e

    ku ji cem nesîbê xwe dûr kevim.

    Me gunehên xwe nebijartine,

    Hafiz, lê dîsan jî biedeb be

    û bêje:

    Min guneh kir.

  • 85

    VÎNEK DIN

    Her roj

    dil di bin barek nû ve dişkê.

    Her roj

    kelemê veqetînê di çavê min re diçe.

    Çi ji min tê, texsîr nakim.

    Felek dibêje:

    li derî hêza te

    vînek din heye.

  • 86

    ÇÎROKA ŞEMALA ÇEGELÊ

    Ez nikarim çîroka

    şemala Çegelê vebêjim.

    Neşêm rewşa şewata

    dilê xwe salix dim.

    Derd dilê min digivêşin

    ji ber ku min ti dost nînin

    ku ya dilê xwe jê re bêjim.

  • 87

    XWERÛ XEM E

    Hesaba hemî jiyana min

    xwerû xem e.

    Berhema evîna min

    xwerû xem e.

    Ti kes bi min re nameşe.

    Tek dilsoza dilê min

    xwerû xem e.

  • 88

    BIHAR E

    Bihar e.

    Sorgul û sosin û alale

    ji bin axê dertên.

    Çima tu dernayê?

    Mîna ewrên biharê

    av ji çavên min tê

    li ser gorra te

    daku ji nav axê rabî.

  • 89

    HÊVÎ XANIYEK LI BER AVÊ YE

    Were; hêviya me xaniyek e ku li ber herrika avê diheje,

    badeyê bide; jiyan li ser rêya meşa bayan hatiye danîn.

    Lê civata wan mirovan min bal xwe ve dikişîne

    yên dilê wan geş e tevî ku hat peyitandin

    ku ev dinya ne ti ye.

    Bi çi ravekim ya destê nediyar

    şeva borî ji min re nivîsî

    dema sermest paldayî bûm

    li paşodeya yê meyfiroş, li erda tazî?

    "Ey bazê çavtûj,

    yê lîsê wî li ser dara padişahên jiyanê,

    çima li nav kolanên bajarê bêhêvîtiyê digerî?

    Ji keleha gupika esman fîtînek tê,

    karê te li vê kuncikê çi ye?"

    Bo xwe bike şîret û guh nede tiştek dî ji bilî ya dibêjim,

    ev hişmendiya pirr kevnar ya hosteyan e:

    Ev dinya ziyanê nagihîne te,

    wiha got wan yên dirêj

    meşîn bi rêçikên evînê ve.

  • 90

    XEMAN NEXWE

    Ûsiv wenda bû lê dê vegere Kenanê

    – xeman nexwe.

    Kavilê xanî kavil e lê pêşberî wî gulistan e

    – xeman nexwe.

    Dilê bi kêlbetanan şidandî, rewş dê baş bibe,

    gazinan bihêle,

    serê te dê vegere tenahiyê ji rêyên şaş

    – xeman nexwe.

    Ey jiyan, bi nîvî binaxkirî!

    Ger dîsan carekê bihar bêt,

    ey firrindeyê stranbêj, tu dê li nav baştirîn zeviyan bî.

    Çerxa felekê carekê duyan dijberî me zivirî,

    lê çi bim ew im

    êdî nikarim diravek nû çêkim.

    Xeman nexwe.

    Bêumêdiyê bihêle tevî ku te aşkere nekir jî raz,

    nedîtin rikeberiyên ji pişt serpoşan.

    Xeman nexwe.

    Ger tofana nemanê bingeha hebûnê hilweşîne,

    Nûh dîsan keştîvan e

    – xeman nexwe.

    Ger bixwazî biçî Ke'bê, bi piyan li çolê bimeşî,

  • 91

    ji ber lomeyên striyan xeman nexwe.

    Ger xaniyê te xeternak be, neqayim be, yan armanc dûr be,

    bizane rêya bêdawî nîne.

    Xeman nexwe.

    Felek dikare êdî tenê bibe odeya bênên nîvtevav.

    Peyamberên gerrok dê hê pirr li ser rewşa me bipeyivin

    – xeman nexwe.

    Hafiz, li quncalên hejariyê, li kuncikên şevên tarî,

    dema dixwînî Qur'anê, sûreta xwe, xeman nexwe.

  • 92

    HEZAR DIJMIN LI DOR MIN

    Hezar dijminên min yên dorberê li min zeft dikin

    nikarin ti li min bikin

    ger tenê tu li gel min bî.

    Tenê hêviya dîtina te min dihêle sax.

    Ger biramim ku bîskekê jî dûrî min î,

    tirsa mirinê min digire.

    Ba dîsan bêna xwe vedide.

    Di henasehilkişandinê de jiyana Yezdan,

    di henaseberdanê de ya Siriştê heye

    lê ew ne giring in hindî wî bayê han

    yê beşek jê tu yî.

    Demên bêxewîyê xwe dikin hevbendî veqetîna te

    da nemanê bihêlin bo wan kêlîkan

    yên tu lê nînî.

    Devê şûrê te gihand min birînek

    ya dîsan jî bêna balsamê lê fetisîner e.

    Ew mîna agirê yê kîmyakar e

    madenê canê min taliyê di helînoka xwe de dihele,

    wêne parçe-parçe dibe lê ew agir dîsan jî

    hejî sed balsamên dermansaziyê ye.

    Li hevgeha jiyana ebedî

    carekê bi devê şûr hatim êşandin.

    Tevî ku canê min bişewite jî,

    şadiya yê gorî sotinê

    tenê pişkek e ji wê zewqê ya me hevgir dike.

  • 93

    Li ber xelk û alemê

    Hafiz delalê ber dilê felekan e çiku niha

    her û her rûyê wî ji xelkê veşartî ye

    - veşartî di nav toza ber deriyê te de.

  • 94

    BAYÊ PEYAMBER

    Bayê peyamber

    tu ji welatê yara min tê

    çi alavek sihrî be bîne

    bîranînek biçûk jî ji yara min bîne

    Min şewatên dilê xwe dan

    bi peyamek biçûk

    lê dilê min ji xwe şerm kir

    bihayek wa rezîl bide

    bi peyama delal min.

    Rasterêk dibêjim we

    yên hûn diravek zîvîn yê rezîl didin

    bi bangên zêrîn yên

    li ber êrişa yekem dikevin!

    Spas bo Xwedê, fêlên xirab yên felekê

    vê carê

    bikêr in

    bo daxwazên min û wê

    ya Xwedê bijartiye.

    Ev in em hemû

    ser şorrkirî berev erdê.

    Ma ne xewek saxlem e em dinivin

    li ber deriyê yara min!

    Dijminên min bêna xwe vedidin da dîsan dest pê bikim.

    Spas bo Xwedê! Li evîna min ew nikare ti bandorê bike!

  • 95

    BI DIZÎKÎ VENEXWE

    Bihêle tu jî qedehên bêkesiyê, yên dizîkî,

    ger bibêjin me vexwer, hema bila em bi hev re vexwin,

    ma ne baştir e wa?

    Tu jî razên evînê aşkere bike,

    gerra stêristanan bihêle.

    Paradoksa jiyana te

    bi axiftina li ser guherîna cihên stêran zelal nabe.

    Rîsê wê teşiyê bêdawî ye.

    Qedrê şûşeyê bigire di dest xwe de

    rexên wê yên ji zêrê biriqdar

    axa padişahên gorrkirî ne.

    Behmen û Keyqubad

    kî dizane ka ew?

    Textê Cemşîd

    peyaleyê dide dest min

    min dibe jiyana mercdar.

    Dûr ji meydanê rabû kemortikek tozê

    wek baroveyê hat

    û textê Cemşîd hilweşand nemanê.

    Ferhad xwîna xwe bo çavên Şirînê herrikand

    vê gotinê ji bîr neke

    çiku gulên lale baş dizanin

    ka felek çi bêbext e.

    Dest biavêje şûşeya rex-laleyî

    ji berî ew wenda bibe bin tozê.

    Guh bide hişmendiya kevnar:

    Kend û kospên mey di me de çêdike

    mîna wan kavilan in

    yên di şeqên wan de gencîne veşartî ne.

    Bayê Moselle, ava Ruknabad

  • 96

    hê dişên bal xwe ve bikişînin

    hê jî ji xwe vedirevînin

    wî dengê bilûrê yê ji razê tê.

    Li gel Hafiz tu jî vala bike şûşeya xwe

    li ber awazên kêm yên çengê, netirse.

    Baştir in ew awaz

    ji yên ji çerxa stêristanê

    tên guhên me.

    ***

    Bijartin, wergerandin û venivîsîn: Husein Muhammed 2001